Îranê bang li sivîlên li Rojhilata Navîn kir: Bi 500 metreyî xwe ji baregehên DYE'yê vegirin

Muxafizên Şoreşê yên Îranê bang li wan sivîlan kir ên li derdora navendên leşkerî yên DYE'yê yên li Rojhilata Navîn e ku herî kêm bi 500 metreyî xwe ji van nuqteyan vegirin.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê di nava şerê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re ji bo sivîlên li Rojhilata Navîn hişyariyeke balkêş weşand.

Di daxuyaniyê de ya ku li televîzyona dewletê hate weşandin, bang li wan sivîlan kir ên li derdora baregehên leşkerî yên DYE'yê dimînin ku herî kêm bi 500 metreyî xwe ji van navendan vegirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang dikin ku bi lez bi 500 metreyî xwe ji wan deveran vegirin ku leşkerên DYE'yî lê ne. Ev yek ji bo ewlekariya wan pêwîstî ye."

HATE ÎDÎAKIRIN KU LI NAVENDA DANEYAN A AMAZONÊ YA LI BAHREYNÊ HATE XISTIN

Muxafizên Şoreşê her wiha diyar kirin ku di çarçoveya bersivdana li êrişên DYE'yê yên li ser Îranê wan li navenda daneyan a Amazonê ya li Bahreynê xistine û îmha kirine.

Îranê îdîa kir ku navenda daneyan a navborî ji bo komkirina îstîxbaratê ji artêşa DYE'yê re roleke girîng dilîst.